Ji hundir bi Zeynep Altinkaynakê re

  • 09:02 3 Kanûn 2017
  • Rojane

 

AMED- Derbarê  Aktîvîsta KJA’yê ku bi KHK’ê hat girtin Zeynep Altinkaynak de îdianame hat amadekirin. Zeynebê naveroka îdianameyê û pêvajoya siyasî ya Tirkiyeyê nirxand.
 
Di 14’ê Hezîranê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê  di çarçoveya lêpirsîna meşand de li gelek bajaran li dijî rêveber û endamên KJA, KCD, DBP, HDP û HDK’ê operasyon hat meşandin û gelek kes hatin binçavkirin û hatin girtin. Yek ji kesên hat girtin jî aktîvîsta KJA’yê Zeynep Altinkaynak bû.  Edîtora JINHA’yê ku bi KHK’ê hat girtin, Zehra Dogan bi Zeynebê re li girtîgeha Tîpa E ya  Amedê hevpeyvînek pêk anî.
 
*Beriya girtinê tu her tim dihatî binçavkirin û girtin.  Hun dikarin behsa rewşa jinê û zîndanan bikin…
 
Kesên lêgerîna azadî û demokrasiyê dikin cihê wan yê ewil girtîgeh e. Bêguman zindan li dij xwezaya mirovane.  Lê dikare bibe navenda komunalîte û civakîbûnê jî. Dostanî û hevaltiya jinê cudaye. Ji ber zindan ji bom e cihên hest û fikrên azad.  Di alî jinên Kurd de zindan bûye cihê lêgerîna dîroka xwe. 
 
*Di dosya te de dîsa mînakên absurt hene.  KJA tê îlegalîzekirin û gelek tiştên din.  Dosyayek wisa çawa dinirxînin?
 
Roja hatim girtin min dizanî ne ez têkoşîna jinê tê darizandin.  Komeleya me ve kriiye îro wek rêxistina sûc tê dîtin .KJA wek gelek komele û weqfan bi KHK’ê hat girtin.  Lê di dosyayan de wekê ku Amerîka ji nûve hatiye kifşkirin tevdigerin. Tirkiye niha peymanên ku alîgire binpê dike.
 
Berfirehiya dosyayan xerabtire.  Her axaftin wek şîfre, her rîcakirin wek talîmat hatiye nrixandin. Yên dizanin ji xwe dizanin. Kurd xaçepirsê bikar naynin. Belê ev jî bûye OHAL.
 
*Her bajarê te xebat lê meşandiye wek qada te faliyet lê meşandiye hatiye nirxandin Ti vê çawa dibînî?
 
Ez bi dosyayek pir zêde hatiye mezin kirin re rû bi rû me.  Yanî dozger dema îdianame amadekiriye ez jî gelek gelek mezin kirime.  Di heman demê de ez wek berpirsa Mêrdîn, Amed û Stenbolê hatime nîşan dan. 
 
* Parvekirina ‘hadi ji wir mêr’ jî li dosyayê hatiye bicihkirin. Ev mêr raste rast dewletê nîşan dide gelo?
 
Bawerim ev parvekirin hinek mêr nerehet kiriye.  Lê di wir de propagandaya kîjan rêxistinê hatiye kirin ew ne diyare. Ji ber em heqîqetê vedibêjin em tên darizandin.  kê li xwe girtibe, belê me ji wan re gotiye. Wêneyê min yê profîla facebookê jî sûc hatiye hesibandin. Em bi rewşek balkêş re rû bi rû ne.